شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê civiyan

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê civiyan

BasNews– Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mihemed Muş destpê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26.09.2021ê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mihemed Muş û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de jî, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û pevguhartinên bazirganî hatin guftûgokirin.

Şeva borî Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Mihemed Muş û Balyozê Tirkiyê li Iraqê û şandeke bazirganên Tirkiyê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hatin kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

li nawçeya Baedrê karesata Şingelê hat sax kirin

Lalish Duhok

xoleka rojnamevanî bo berpirsên ragehandina tayî û nvîsîngehên Laliş hatli dar xistin.

Lalish Duhok

Bingehê Çandî û Civakî ya Lalişê, tayê Bahzanî, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê pîroz dike

Lalish Duhok