شبكة لالش الاعلامية

Narîn Feqe beşdarî konsêra Voices of Change a Swêdê bû

Narîn Feqe beşdarî konsêra Voices of Change a Swêdê bû

Hewlêr (Rûdaw) Hunermenda Kurd Narîn Feqe, weke yekem hunermenda Kurd di konsêra “Voices of Change” a Swêdê beşdar bû û 3 stran bi zimanê Kurdî pêşkêş kirin.

Narîn Feqe ji Rûdawê re got, ew wek yekem hunermenda Kurd e di konsêra Voices of Change beşdar bûye, ew konsêr ji aliyê hikumeta Swêdê ve tê li darxistin û ji bo wan hunermendên neteweyên cuda ku li Swêdê dijîn û hunera wan bandor li ser xelkê çêkiriye tê amadekirin.

Herwiha Narîn Feqe got, 50 muzîkjen di konsêrê de beşdar bûn ku endanêm orkêstira Swêdê ne û niha ew konsêr û hevpeîvîneke taybet li gel wê, li ser rûpela Riksteatern hatiye danan û heya 20-1-2022 hezkiriyên wê dikarin lê binêrin û guhdarî bikin.

Di konserê de Narîn Feqe stranên “Ax Kurdistan” a hunermend Hozan Serhet, “Ger Bîriya Te Bikim” û 2 stranên gelerî pêşkêş kirin. Hevjînê wê Elî Şakir jî wek muzîkjenê sazê têde beşdar bû û Şapûr Bastansiyar karê muzîka stranan kiriye û note jê re nivîsandine.

Narîn Feqe

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Baba Şêx di “Roja Çarşema Sor” de:Em daxwaza azadkirina Êzdiyên revandî û navçeyên xwe dikim

Lalish Duhok

Aştî Koçer: Çend sale YNK û PKK û Heşdî Şeibî nav Şingalê ne û nikarin asayîşa bajarekî dabîn bikin

Lalish Duhok

Şêx Şamo hêviya behremendekî Êzidî bi cih anî

Lalish Duhok