شبكة لالش الاعلامية

Li Colemêrgê rêya 49 gundan hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) Li navçeya Şemzînan a ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêya 49 gund û gundikan hat girtin.

Rêveberiya Veguhestin û Rêyan ser bi Îdareya Taybet ya Colemêrgê ragihand ku  li navçeya Şemzîna ser bi parêzgeha Colemêrgê şeva borî berfeke zêde bariyaye û di encama berf û pûkê rêya 10 gund û 39 gundikan hatiye girtin.

Herwiha li gor zanyariyên Rêveberiya Veguhestin û Rêyan ya bajêr tîmên peywendîdar ji bo vekirina rêyan dest bi kar kirine û karê wan berdewam e.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ragihandibû ku li piraniya parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê ji roja Înê 27ê Çile û heta 4ê Sibata 2023an barîna berf û baranê dest pê bike û divê welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Lalish Duhok

Serokê hikûmetê 800 milyon dînar bo rûbirûbûna nexweşiya Kolêra li Silêmaniyê terxan kir  

Lalish Duhok

Hunermendên Kurd bang li hemû aliyên Kurdistanî kir

Lalish Duhok