شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Ew rêkeftin dê bibe bingehek ji bo serdemekî nû

Mesrûr Barzanî: Ew rêkeftin dê bibe bingehek ji bo serdemekî nû

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ya derbarê dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand: “Îro me ligel Serokwezîrê Federal Birêz Mihemed Şiya Sûdanî ji bo hinardekirina petrolê, rêkeftinek îmze kir ku dê bibe bingehek ji bo serdemeke nû ya hevkariya bihêz û berdewam a di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Kêşe û astengiyên van demên dawî yên li ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ziyanê bi hemû welat gihandiye.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ye:

Îro me ligel Serokwezîrê Federal Birêz Mihemed Şiya Sûdanî ji bo hinardekirina petrolê, rêkeftinek îmze kir ku dê bibe bingehek ji bo serdemeke nû ya hevkariya bihêz û berdewam a di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Min di civîna me ya Bexdayê de spasiya serokwezîr kir ji bo serkirdetiya wî û rola wî sereke di nûbûna hevkariya di navbera me de. Ev rêkeftin xizmeta berjewendiya hemû welêt dike bi Herêma Kurdistanê ve jî. Em herdu alî hevnêrîn in ku niha çarçoveyeke me heye ji bo reşnivîsa yasaya budceya federal, herwiha dibe ku di siberojeke nêzîk de li ser yasayeke nû ya federal a derbarê petrol û gazê de gotûbêj dest pê bikin.

Kêşe û astengiyên van demên dawî yên li ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ziyanê bi hemû welat gihandiye. Lê belê ev rêkeftin, dibe sedema wê yekê ku dahata gelek pêwîst desteber bike. Helwesta me her dem karkirin bû ligel Iraqê ji bo gihîştina rêkeftinekê ku di çarçoveya destûrê de rêz li mafên me were girtin. Bêguman rola diyar û girîng a Serokwezîrê Federal, hêzeke taybet bi vê rêkeftinê dibexşîne.

Ji îro şûnde, pêwendiyên me ligel Bexdayê bihêztir dibe û em dikarin dest bi serdemeke nû ya bawerî û hevkariyê bikin. Her wek Birêz Serokwezîrê Federal ragihand, niha divê tekeziya me li ser berfirehkirina derfetên hevkarî û hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê be, bi awayekî ku sûda wê ji bo hemû gelê Iraqê hebe.

Ez spasiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikim ji ber rola wî ya girîng û piştevaniya wî ya berdewam, herwiha spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî dikim ji ber piştevaniya wî. Spasiya şanda teknîkî ya herdu aliyan jî dikim ji ber erk û xebata wan a çend hefteyên borî, ku bi awayekî gelek sift xebitîn, da ku van gotûbêjan bigihînin encamê û ez hêvîdar im di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê û hemû xelkê Iraqê de be.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

04/04/2023

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Pakistanê yê Iraqê kirSerokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Pakistanê yê Iraqê kir

Lalish Duhok

Keça Kurd ya ku hatibû revandin li Hewlêrê hatîye dîtin

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok