شبكة لالش الاعلامية

PAK û TDK-TEVGERê bangî NYyê kir: Komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî nas bikin

PAK û TDK-TEVGERê bangî NYyê kir: Komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî nas bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) di 9emîn salvegera êrişa Şingalê ya li dijî Kurdên Êzidî de peyamek belav kir û wan tê de bangî Netewên Yekbûyî kir daku komkujiya Kurdên Êzidî bi fermi nas bike.

Îro nehemîn salvegera êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî dîl girtin.

Herwiha di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cih û warê xwe terk bikin.

PAK û TDK-TEVGERê îro di nehemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de peyameke hevbeş belav kirin û tê de ji Netewên Yekbûyî xwestin ku komkujiya Kurdên Êzidî bi fermi nas bike.

Di peyama xwe de PAK û PAK û TDK-TEVGER gotin:  “

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e. Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne û wendayî ne.

Heta niha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.”

PAK û PAK û TDK-TEVGER bang li Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirin: “Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybetî deynin ber xwe û bi cih bînin.”

PAK û PAK û TDK-TEVGER di heman demê de bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir û got: “Em bang li  Netewên Yekbûyî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî qebûl bikin.”

Herî dawî di peyama xwe PAK û PAK û TDK-TEVGERê gotin:

“Di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Serexweşîya Bingehê Laliş Bo Wexera Dawya “Mehruse Elyas”

Lalish Duhok

Komîsyona Hilbijartinan yekemîn pêngava referandûmê davêje

Lalish Duhok

Li Kurdistanê Kirîstîyan hewlên xirab ji bo Gencên Êzidîyan rêve dibin .. 

Lalish Duhok