شبكة لالش الاعلامية

Zanîngehek herî mezin ya cîhanî kursa zimanê Kurdî ji bo xwendevanan vedike

Zanîngehek herî mezin ya cîhanî kursa zimanê Kurdî ji bo xwendevanan vedike

Zanîngeha Harvard ku yek ji zanîngehên herî mezin û navdar a cîhanê ye, kursa zimanê Kurdî zaravayê Soranî ji bo xwendekarên xwe vedike.

Beşa Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Harvardê kursa zimanê Kurdî zaravayê Soranî vedike û çend xwendekarên doktorayê, navê xwe nivîsandine û mamosteyekî Kurd ê bi navê Ehmed Mihemedpûr ders dide.

Ehmed Mihemedpûr, mamosteyê mirovnasî û civaknasiyê ye û pileya wî ya akademîk, alîkarê profesor e û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, li ser dayîna vê kursê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye: “Gelek cihê kêfxweşiyê ye ku Zanîngeha Harvard yekem car kursa zimanê Kurdî ji bo xwendekarên doktorayê pêşkêş dike ku hez dikin ligel zimanê Kurdî aşîna bin.”

Mihemedpûr eşkere kiriye ku çend xwendekarên doktorayê navê xwe nivîsandine.

Herwiha vekirina vê kursê wek pêngaveke girîng û bi sûd ji bo Kurdan bi nav dike û dibêje: “Ji bo çavkaniya sereke ya kursê, min pirtûkeke Dr. Heyder Xizrî hilbijartiye, bi hêviya xwendekarên zêdetir û herwiha berdewamî û bihêzkirina zêdetir a zimanê Kurdî li Zanîngeha Harvardê.”

Ji bilî Harvardê, çend zanîngehên din li Amerîkayê kursa fêrbûna zimanê Kurdî vekirine, ji wan Zanîngeha Central Florida.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên pêwîst dê bo kampa Şariya bên pêşkêşkirin

Lalish Duhok

Barzanî û Helbûsî li ser hikûmeta nû û serokomarê nû yên Iraqê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Ciwanên me siberoja Kurdistanê neMesrûr Barzanî: Ciwanên me siberoja Kurdistanê ne

Lalish Duhok