شبكة لالش الاعلامية

Serokê Desteya Jîngehê: 3 navçeyên Herêma Kurdistanê di bin metirsiya çolbûnê de ne

Serokê Desteya Jîngehê: 3 navçeyên Herêma Kurdistanê di bin metirsiya çolbûnê de ne

BasNews – Serokê Desteya Jîngehparêziyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, wan daxwaz ji Netewên Yekgirtî kiriye ku alîkariya wan bike ku sê navçeyên Herêma Kurdistanê kesk bikin, ji ber ku metirsiya çolbûnê li ser wan heye.

Serokê Desteya Jîngehparêziyê Ebdulrehman Sadiq di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Herêma Kurdistanê di warê parastina jîngehê de çendîn destkeft bidest xistine ku li navçeyên din ên Iraqê nîne. Di nav wan de jî, bikaranîna enerjiya paqij ji bo hilberîna elektrîkê.

Ebdulrehman Sadiq got, ti amareke diyarkirî li ser rêjeya çolbûnê li Herêma Kurdistanê nîne, lê wan daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku alîkariya wan di şînkirina her sê deverên Germiyan, başûrê Duhokê û rojavayê Hewlêrê bike, ji ber ku metirsiya çolbûnê li ser wan heye.

Ebdulrehman Sadiq derbarê hemahengiya di navbera Desteya Jîngeha Kurdistanê û Wezareta Jîngehê ya Iraqê de got. “Em weke Desteya Jîngehparêziya Kurdistanê, di 15 rêkeftinên navdewletî yên jîngehparêzî de peywendiyên me ligel Wezareta Jîngehparêziya Iraqê hene û nûnerê me Reza Xeylanî jî di hemû civînên wan de beşdar dibe.”

Konferansa Guhertina Keşûhewayê (COP28) di dawiya meha Mijdarê de li bajarê Dubaî yê Îmaratê tê lidarxistin û Serokê Desteya Jîngehparêziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Jîngehê ya Iraqê jî tê de beşdar dibin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêveberê sayloya Kerkûkê û 15 fermanber hatin girtin

Lalish Duhok

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Şewitandina Qurana pîroz gefê li pêkvejiyan û aştiyê dixwe

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî biryar da 736 milyar dînar ji bo bicîhanîna projeyên xizmetê bê cuda kirin

Lalish Duhok