شبكة لالش الاعلامية

Leyla Zana dê ligel Erdogan bicive

Leyla Zana dê ligel Erdogan bicive

Çavkanî: K24

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Leyla Zana û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dicivin.

Nivîskara rojnameya Sabahê Hîlal Kaplanê ragihand ku Leya Zana ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan daxwaza hevdîtinê kiriye. Serokomar Erdogan îro daxwaza Zanayê eşkere kir û ragihand ku ewê bi Zana yê re bicive.

Leyla Zana di sala 2012 an de diyar kiribû ku Erdogan dikare pirsa kurdî çareser bike û piştî vê daxuyaniyê ew bi Erdoganî re civîyabû. 

Herwiha  beriya Hilbijartinên 1ê Mijdarê jî dabû zanîn ko heger şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê raneweste, ewê dest bi greva mirinê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

WÊNE – Merasîma ‘Çarşema Sor’ a Kurdên Êzdî li perestgeha Laleşê

Lalish Duhok

Pîrozbahî

Lalish Duhok

Mirovên qurbaniyên erdheja Efrînê bang li Serok Barzanî kirin

Lalish Duhok