شبكة لالش الاعلامية

Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 – 1874) û rojnameya Ummîd û Yekbûn

Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 – 1874) û rojnameya Ummîd û Yekbûn

Di 118 saliya roja rojnamegeriya Kurdî de  Silav bo Mîrzade (Sînemxan Celadet Bedirxan)

Konê Reş

Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine avakirin. Werin, îro em berê xwe bidin Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 – 1874) bavê Rewşen xanim Bedirxan û hin ji bizav û çalakiyên wî di warê rojnamegeriyê de. Wî jî wek pismamên xwe du rojname weşandine, yek li Qahîre bi navê (Ummîd) û yek li Stenbolê bi navê (Yekbûn): Ummîd (1900) Rojnameyek 15 rojî bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû, hejmara (1) ê di êlûna 1900 î de çap bûye. Yekbûn (1913) Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, di hefteyê de du caran dihat weşandin; cihê weşandinê Stenbol bû; di sala 1913an de hejmara (1) ê derketiye; xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû.

Konê Reş, Qamişlo, 22.04.2016

Umid

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Pêşmerge têkildarî vekişîna hêzên Amerîka ji Kurdistanê daxuyanî da

Lalish Duhok

50 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê hatin kirin

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roja cejna karkerên cîhanê peyamek belav kir

Lalish Duhok