شبكة لالش الاعلامية

OPERASYONA MÛSILÊ – Dem diyar bû

OPERASYONA MÛSILÊ – Dem diyar bû

Çavkanî : rudaw

Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan Stephen Townsend ragihand ku dê di meha pêşiya me de operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê bike.

Di dîdarekî de ligel rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî de Fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan Stephen Townsend got, “Meha Cotmehê operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê dike.”

Stephen Townsend diyar kir ku ew hêzên Iraqî yên ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatine perwerdekirin dê bikevin nav şerek giran û demdirêj de.

Ji aliyê din ve berdevkê operasyonên hêzên hevpeymanan Colonel John Dorrian ragihand, “Ez naxwazim dema destpêkirina operasyona Mûsilê eşker ebikim. Lê dê hikûmeta Iraqê biryara dawî bide.”

Bajarê Mûsilê dikeve 400 km bakûrê Bexdayê û duwemîn bajarê mezin ê Iraqê ye.

Mûsil ji Hezîrana sala 2014ê ve di bin destê DAIŞê de ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hewlêr, Duhok û Bexdayê merasîma bîranîna jenosîda Şingalê dê birêve biçe

Lalish Duhok

Simînarek li dor hevjînya bilez û zêdebuna kêşan di nava civakî de hat li darxstin 

Lalish Duhok

Konê Reş: Ma çend nivîskarên kurd wek Firat Cewerî di nav me de hene?

Lalish Duhok