شبكة لالش الاعلامية

Beşar Esed: Kurdên Rojava serxwebûnê naxwazin

Beşar Esed: Kurdên Rojava serxwebûnê naxwazin

Çavkanî :Basnews

Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, beşê herî mezin ji Kurdên Kurdistana Rojava serxwebûnê naxwazin.

Beşar Esed ji rojnameya Komsomolskaya Pravda ya Rûsî re ragehand: “Gotûbêjên me li gel berpirsên Kurdên Rojava berdewamin û me çek jî dane wan.”

Beşar Esed amaje bi wê yekê kir ku, “Di şerê li dijî DAIŞê de rêjîma me alîkariya PArtiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiriye û çek jî ji wan re şandine.”

Serokê Rêjîma Sûriyê Esed herwiha got jî: “Bêhtirê Kurdên Sûriyê serxwebûnê naxwazin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Du jin û zarokekî Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Lalish Duhok

Êmînkî: PDK ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê amade ye

Lalish Duhok

Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka Donald Trump kir

Lalish Duhok