شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzidî li ser parastina pêkvejiyanê li deverên xwe rêkeftin

Kurdên Êzidî li ser parastina pêkvejiyanê li deverên xwe rêkeftin

Çavkanî :Basnews

Endamekî Civata Rûhanî ya Êzidiyan ragehand ku, Kurdên Êzidî li ser parastin û bihêzkirina pêkvejiyanê di navbera hemû olan de li devera Şingalê rêkeftin, li çiyayê Başîk û Behzanê jî odeya piştevaniya Pêşmerge hate durustkirin.

Îro 16 Cotmehê, Endamê Civata Rûhanî ya Êzidiyan Qewal Ferhad Slêman Sifo ji BasNews re ragehand: “Biryar hate dank u, dema deverên Kurdên Êzidî were azadkirin xelik serdana malên xwe nekin jibo parastina wan ji bombe û teqemeniyan ku terorîstan ew li pey xwe hiştine heta ku komîteyên taybetmend karê xwe bikin û wan mayinana pûçbikin, piştre wê rê jibo wan were dan, herwiha wê bihevakrî ligel Pêşmerge û hêzên ewlekariyê xalên pişkinînê werin danîn, herwiha wê komîteyek jibo parastina pêkvjiyanê were durustkirin, jibo dema xelik vegerin nekevin malên hev û ti pirsgirêk rûnedin, hemû rihsipî yên deverê li ser vê yekê rêkeftin, tevî ku ji kevin de pêkvejiyan di navbera Êzidî, Kirîstiyan û Muslmanên deverê bihêzbû.”

Navborî got jî: “wê kar were kirin bi alîkariya rêkxistin û dezgehên xêrxwazî jibo welatiyên ku malên wan hatine teqandin karibin careke din malên xwe avabikin û avedaniya deverê ji nû ve destpêbike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: xizmetkirina birayên Êzidî erkê netewî û nîştimanîyê me ye

Lalish Duhok

Şêx Şamo hêviya behremendekî Êzidî bi cih anî

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Ji destêka şerê Mûsilê ve heta niha tenê çend êzîdî hatine rizgarkirin

Lalish Duhok