شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Destûra Iraqê bihata bicihkirin gelek pirsgirêk dernediketin

Serok Barzanî: Destûra Iraqê bihata bicihkirin gelek pirsgirêk dernediketin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesşd Barzanî ragihand ku eger destûra niha ya Iraqê wekî xwe bihata bicihkirin, zêdetirê pirsgirêkan dernediketin û mafên hemwelatiyan dihate parastin, lê belê li encama piştgûhxistina destûr û hewldana ji bo yekdestî û xwesepandinê Iraq gihîştiye vê rewşê û çareserkirina wê jî pêwîstî bi nehiştina sedeman heye.

Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê (04.11.2019) li navçeya Selahedîn a Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke Rafîdeynê û hejmarek kesayetên akademîsyen kir û rewşa Iraqê û guhartinên nû yên herêmê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî di civînê de ku bi mebesta raguhertina di derbarê xwepêşandanên hemwelatiyan û rewşa siyasiya Iraqê û paşaroja proseya siyasî hatibû sazkirin, di destpêkê de şanda mêvan plana Navenda Diyaloga Rafîdeyn a ji bo lêkolîna rewşa niha û pêşniyarên ji bo gavên pêwîst ên çareseriyê, ji bo Serok Barzanî şîrove kirin û paşê jî daxwaz ji Barzanî kirin ku ji rewşê bibe alîkar.

Barzanî diyar kir ku mafê xelkê ye ku daxwaza jiyanake bextewar bikin bike û ev rewşa bûye sedema nerazîbûna xelkê siyaseta şaş a salên derbasbûyî ye û nabe berpirsiyariya wê bi tenê bixin stûyê Serokwezîr û kabîna niha û got: “Nabe ew kesên ku ew bi xwe bûne sedema kêmasî û şikestên salên derbasbûyî, niha sûwarê lehiya nerazîbûna xelkê bin.”

Serok Barzanî her wiha balkişand li ser dîroka gelê Kurdistanê ya li gel dewleta Iraqê û êş û qurbanîdana Kurdistanê û zelal kir ku dewleta Iraqê li ser bingeha hevbeşî û şeraketiya Kurd û Ereb û berçavgirtina mafên pêkhatên din hate damezrandin, lê belê beşa gelê Kurdistanê ji wê hevbeşiyê wêrankirina 4500 gundan û 182 hezar kesên enfalkirî û bêserûşûnbûna 12 hezar kesên Feylî û 8 hezar Barzanî û kîmyabarankirina Kurdistanê bû.

Di Daxuyaniya de hate gotin: “Bi navê vekirina rûpeleke nû li gel dewleta Iraqê gelê Kurdistanê destên xwe ji bo tolhildanê nebir, bi berevajiyê wê yekê, serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê bi nav nivîsîna destûrekî hemdem û pêkanîna Iraqekî demokrat û federal ku têda mafên hemû aliyek parastî û cîgîr bê, hewleke zêde da. Lê mixabin bi sedema baladestiya çanda gef û bi pêvek dîtina Kurd û binpêkirina hevbeşiyê, ketin dijayetiya gelê me û destûr hate binpêkirin û kar gihîşte tolhildanê û kûrtirbûna nijadî û dorpêçkirina Pêşmerge û birîna bûdce û plangêrana ji bo ji navbirina Herêma Kurdistanê.”

Serok Barzanî herwiha ragihand ku eger destûra niha ya Iraqê wekî xwe bihata bi cîhkirin, zêdetirê kêşeyan rû nedidan û mafên hemwelatiyan dihate parastin, lê belê li encama piştgûhxistina destûr û hewldana ji bo yekdestî û xwesepandina Iraq gihîştiye vê rewşê û çareserkirina wê jî pêwîstî bi nehiştina bandpran heye.

Herwiha Barzanî zelal kir ku gotûbêj di navbera Hewlêr û Bexda yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan  berdewam in.

Barzanî bi eşkere jî bi şanda mîhvan ragihand ku ew daxwaziyên bi navê xwepêşanderan ji bo guherîna sîstema desthilatdariyê û destkarîkirina destûrê dixine rû, heta wê radeyê rewa û qebulkirîne ku dijî mafên destûrî û şeriyên gelê Kurdistanê nebin û bingehên demokrasiyê, pêkvejiyana hemû pêkhatan biparêzê.

Serok Barzanî herwiha pêşwaziyê li armancên navenda diyalog û raguherînê û pêşniyarkirina çareseriya guncav ji bo kêşeyan kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan bilind dinirxîne

Lalish Duhok

30 sal bi ser koça dawî ya Îdrîs Barzanî re derbas bûn

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê Kazimî serdana Şingalê kir

Lalish Duhok