شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê îro di twîttekê de cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û li her dereke cîhanê ji dil pîroz dikim.”

Îro Duşemê 2ê Tebaxa 2021, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesaba xwe ya Twitterê peyameke pîrozbahiyê bo Kurdên Êzdî belav kir û ragihand, “Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereke cîhanê bin, ji dil pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Hêvîdar im cejneka xweş û aram derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên jî di dem û rewşên baştir de vegerin. Her sal bi xêr û xweşî. Silav li malbat û kesûkarên qurbaniyên Êzdî.”

Cejna Çileya Havînê cejneke serekî ya Kurdên Êzdî ye û her sal bi merasimên taybet li Perestgeha Lalişê ev cejn tê pîrozkirin. Kurdên Êzdî bi armanca beşdariya di vê cejnê de, ji derveyî welat û parçeyên Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê dikin.

Di merasîmê de dia têne kirin û qewlbêj ligel dengê def û şibabê stranên olî dibêje.

Kurdên Êzdî her sal weke vê hefteyê bi helkefta Cejna Çileya Havînê li Perestgeha Lalişê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zaxo – Hejmara kuştiyên topbarana artêşa Tirkiyê zêde bû

Lalish Duhok

Bingehê Laliş çil rojya nivîser û vekoler (Pîr Xidr Silêman)saxkir

Lalish Duhok

DBP: Divê jenosîda li ser Êzidiyan hemû cîhan nas bike

Lalish Duhok