شبكة لالش الاعلامية

Li Almanyayê 2 hezar û 982 haletên Xuriya Meymûn hatine tomarkirin

Li Almanyayê 2 hezar û 982 haletên Xuriya Meymûn hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Enstîtuya Robert Koch a Almanyayê (RKI) ragihand, heta niha 2 hezar û 982 haletên nexweşiya Xuriya Meymûn ji enstîtuyê re hatine ragihandin, ku ji wan 7 kes jin in.

Di daxuyaniya Enstîtuya Robert Koch de hatiye eşkerekirin, heta niha 2 xort bi nexweşiya Xuriya Meymûn ketine, herwiha 2 kesên bi temen û zarokekî ku di heman malbatê de dijî, bi vê nexweşiyê ketine.

Medyaya Almanyayê eşkere kiriye ku ew zarok keçeke 4 salî ye û li bajarê Pforzheim yê eyaleta Baden-Wurttembergê dijî.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) roja 23ê Tîrmeha 2022yan ji ber nexweşiya Xuriya Meymûn rewşa awarte ragihand.

Li Almanyayê haleta yekem a nexweşiya Xuriya Meymûn di 19ê Gulanê de hatibû tomarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

şanogeryek li ser navê fermana 74 hat nimaîş kirin

Lalish Duhok

Salvegera damezrandina Bingehê‌ Laliş bi çendîn çalakyan dê‌ were saxkirin

Lalish Duhok

Li Tennessee ya Amerîkayê Newroz wek ‘Cejna Kurdan’ hate ragihandin

Lalish Duhok