شبكة لالش الاعلامية

Balafirên Tirkiyê li Şingalê wesayiteke çekdarên PKKê bombebaran kir

Balafirên Tirkiyê li Şingalê wesayiteke çekdarên PKKê bombebaran kir

BasNews– Balafireke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê wesayiteke çekdarên PKKê kir armanc û di encamê de 4 ji wan hatin kuştin.

Dije Terora Kurdistanê jî eşkere kir, firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê ortomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û çar çekdarên PKKê canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan, di demjimêr 17:40 xulekan de firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li nêzîkî gundê Behrava ku dikeve navbera komelgeha Xanesor û Bara ya li navçeya Şingalê, otomobîleke çekdarên PKKê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de çar çekdarên PKKê canê xwe ji dest dane.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY di raporteke nû de kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan weke jenosîd binav kir

Lalish Duhok

Zaroka Kurd a 2 salî di nava satila avê de xeniqî

Lalish Duhok

Projeyaseyek derbarê qerebûya kurdên êzdî tê pêşkêş kirin

Lalish Duhok