شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir

Serok Barzanî pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir

BasNews– Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Letîf Reşîd kir, ku wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Baregeha Barzanî îro pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan ragihand, Serok Barzanî bi mebesta pîrozbahiya bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Iraqê, ligel Letîf Reşîd axivî.

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

Serok Barzanî pîrozbahî li Serokomarê hilbijartî yê Iraqê kir

Êvara roja pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir ji bo hilbijartina wî wek Serokomarê Iraqê û tevî ragihandina piştgiriya xwe, hêviya serkeftinê jê re xwest di erkê wî de.

Herwiha Serok Barzanî hêviya wê yekê jî xwest ku proseya siyasî ya Iraqê bikeve qonaxeke nû û erênî.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê Ewqaf: Em rê nadin di bin navê ol de hizrên siyasî bên cîhbicîh kirin

Lalish Duhok

Berhevkarê kelepora Kurdî Seyda Goyan mûzexaneyek ava kiriye

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamento dicive

Lalish Duhok