شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî ligel Guterres tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir

Mesrûr Barzanî ligel Guterres tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 2ê Adarê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres kir.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û pesnê pêşketin û avadaniya Herêmê da û amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê cihekî wê ya taybet di dilê wî de heye û xebat û qurbanîdanên gelê Kurdistanê jibîr nake, herwiha hêviya xwe anî ziman ku Kurdistan her dem bihêz û yekgirtî be û kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal çareser bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîn xwe ji bo piştevanî û rola Netewên Yekgirtî û bi taybetî rola aktîv a UNAMI ya li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li girîngiya çareserkirina bingehîn a kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi hevkariya Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî kir.

Çaksaziyên giştgirî û hemû aliyan ên Kabîneya Nehem û pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derçûna milîs û komên çekdar ên neyasayî, vegera awareyan bo navçeyên xwe û girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, mijareke din a gotûbêjan bûye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî daxwaz kir bi zûtirîn dem arîşeyên nexweşxaneya Hîwa bên çareserkirin

Lalish Duhok

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa II

Lalish Duhok

Li ser biryara Mesrûr Barzanî 4 milyar dînar ji bo bijîşk û karmendên tendirustiyê hat terxankirin

Lalish Duhok