شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Siberoja Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemû cûre kirina çavkaniyên dahatê ve girêdayî ye

Nêçîrvan Barzanî: Siberoja Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemû cûre kirina çavkaniyên dahatê ve girêdayî ye

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî civiya û herdu aliyan diyar kirin ku guherîna keşûhewayê krîzeke  ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye û ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê krîze bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 21ê Hezîranê pêşwaziya şandeke bilind a Neteweyên Yekgirtî ya bi serokayetiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Rêveberê Herêmî yê UNDPê li Welatên Erebî Abdallah Al Dardarî kir.‏

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê  di civînê de şandê bi kurtî di derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê zela kir ku ji bo alîkarîna Iraq û Herêma Kurdistane di cûr bi cûr kirina çavkaniyên dahatê de xwe bi tenê dahata neftê ve girê nedin. Di vê derbarî de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku siberoja Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê ve girêdayî ye.‏

Li gor daxuyaniyê herdu aliyan guherîna keşuhewayê gotûbêj kirin û hevnêrîn bûn ku ‏guherîna keşuhewayê krîzeke ciddî ye û bandoreke zêde li ser Iraqê heye, ji bo wê yekê divê Iraq bi piştgîriya navdewletî bi ciddî rûbirûyê wê krîzê bibe.

Herwiha şanda mêvan tekez kiriye ku hem ji bo berevaniya bandorên guherîna keşûhewayê û hem ji bo cûrbicûrkirina çavkaniyên dahatê, alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.‏

Şanda Neteweyên Yekgirtî di heman demê de bal kişandin li ser civîna ligel Desteya Weberhênana li Herêma Kurdistanê ku têde amadehî û piştgîriya Neteweyên Yekgirtî ‏derbirîne ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di plansazî û danîna nexşerêyek ji bo ‏çawayiya rakêşana weberhênanên biyanî û çêkirina derfeta kar a ji bo ciwanan.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji Abdallah Al Dardarî xwest û ‏hewlên wî yên ji bo akîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Mîr Tehsîn Beg di tevgera kurdayetiyê de roleke berçav hebû Hevdîtineke Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg di 27ê02-2017 de.

Lalish Duhok

Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike

Lalish Duhok

PDKê li Başîqa mîtîngekî girseyî pêkanî

Lalish Duhok