شبكة لالش الاعلامية

Li Duhokê nexweşxaneyek ji bo pêketiyên penceşêrê tê dirustkirin

Li Duhokê nexweşxaneyek ji bo pêketiyên penceşêrê tê dirustkirin

BasNews – Li navenda bajarê Duhokê kevirê bingehê yê nûkirina nexweşxaneya hawarçûnê ya Duhokê hat danîn, ku biryar e bibe nexweşxaneyek ji bo tedawiya pêketiyên nexweşiya penceşêrê.

Îro Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, li bajarê Duhokê, bi qasî 371 hezar Dolar, kevirê bingehê yê nûkirina nexweşxaneya hawarçûnê ya Duhokê hat danîn, ku biryar e bibe nexweşxaneyek ji bo tedawiya pêketiyên nexweşiya penceşêrê.

Di merasîmê de Parêzgarê Duhokê Elî Teter û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Efrasyab Mûsa û rayedarên hikûmî yên navçeyê beşdar bûn.

Nexweşxane zêdetirî 130 karyole û çar jûrên neştergeriyê li xwe digre, ev ji bilî wê yekê ku taqîgeh û 10 karyoleyên çavdêriya hûr tê de hene.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Efrasyab Mûsa piştî danîna kevirê bingehê ji rojnamevanan re ragihand, nexweşxaneya kev a hawarçûnê ya Duhokê ku dibe nexweşxaneyek ji bo tedawiya pêketiyên nexweşiya penceşêrê, bi qasî 535 hezar Dolar tê nûjenkirin.

Biryar e ev nexweşxane do nava sê mehan de were nûjenkirin û di dawiya meha heştê îsal de ji bo çareserkirina pêketiyên nexweşiya penceşêrê dê were vekirin, ku ji 130 karyoleyan pêk tê û dibe yekem nexweşxaneya tedawiya pêketiyên penceşêrê li parêzgeha Duhokê.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çîroka Jone ê 27 sali ku li Hewlêrê canê xwe ji dest day li ser zarê bavê wî tê gotin.

Lalish Duhok

Barzanî:Di paşarojeke nêzîk de referandûm tê encamdan

Lalish Duhok

Di kampên leşkerî yên DAIŞê de 1000 zarokên kurdên êzidî hene

Lalish Duhok