شبكة لالش الاعلامية

Mezinê Qewalên Êzidîyan hate dest nîşankirin

Hejar Midîr Dawud – LMN ( Lalish Media Network ) 

Di rê u rismeka hêja da Qewal Behzad Silêman Sivo wek mezinê Qewalên Êzidîyan hate dest nîşankirin u di heman demde bû Endamê Civata Rohanîya Êzidîyan ku bilindtirîn desthelata Olî ya li cem Êzidîyan .. 

li roja 02.06.2014 u li peristgeha pîroza Laliş u bi amadebûna Mîr Tehsîn Beg u Babê Şêx u Civata Rohanî u Şêx Şamo serokê Desteya bilinda bingehê Laliş u Xêrî bozanî rêveberê Ewqafa Êzidîyan u hijmareka kesatîyên civakî u sîyasî u rewşenbîrî u Oldarên Êzidîyan u Kirstîyan u dezgayên Mediya yê, Behzad Silêman Sivo wek mezinê Qewalên Êzidîyan hate dest nîşankirin …

Qewal Behzad kurê Mezinê Qewalan Silêman Sivo ku li jiyê xwe yê 85 salî da li rêkeftî 22.04.2014  li devera Başîq u Behzanê çû ber dddilovanîya xwedê …

Rehmetiyê Qewal Silêman Sivo li sala 1928 hatîye ser dunyayê u li sala 1948 wek serokê Qewalên Êzidîyan dest bikar bûye u bo mawê 65 salan xizmeta Êzidîyatiyê kirye ,li gorî desthelatdarîya Dînî ya Êzidîyan serokê Qewalan rastawxo dibe endamê civata rohanîya Êzidîyan u karê wî karê Oldar u Qewil gotine u serkêşîya Qewalan dike ..

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ronkirnek ji rêveberya giştî ya ewqafa êzidyan.

Lalish Duhok

Şêx Şamo yek ji 100kesayetyên navdarên kurdistanê‌ hatye dest nîşan kirin

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş li Dêrebûnê xoleka kewafêryê bo afretan vekir

Lalish Duhok