شبكة لالش الاعلامية

FLAŞ / Barzanî: Em rê nadin KURDISTAN bibe cihê safîkirina hesabên herêmî

FLAŞ / Barzanî: Em rê nadin KURDISTAN bibe cihê safîkirina hesabên herêmî

Hewlêr (Rûdaw)

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti awayî jî em li dijî ti welatekî nînin.” Barzanî herwiha got: “Em rê nadin Kurdistan bibe qada hesabên hêzên herêmî û tayifî.”

 Serokatiya Herêma Kurdistanê did axuyaniyekê de ragihand, îro yekşemî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Tyabet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY), Jan kubis û şandeya pê re kir.

 Li gor daxuyaniyê, Mesûd Barzanî û Jan Kubis li bajarokê Pîrmamê bi hev re civiyan.

 Di hevdîtinê de Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Jan Kubis ji ber serkevtinên hêzên pêşmerge û rizgarkirina Şingalê ji dest DAIŞê pîrozbayî li Mesûd Barzanî kir.

 Jan Kubis spasiya rol û qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û ragihand: “Hemû cîhan bi bendewarî ve li benda rizgarbûna Şingalê bû û ew yek jî bi dest û bi şiyanên pêşmerge bi dest hat.”

 Kubis herwiha ji Barzanî re ragihand, ku NY dixwaze Iraq , Herêma Kurdistanê û raqê ewle be û tekez kir: “NY bi dilgiranî ve lidûvçûnê bo pêşhat û guhertinên li herêmê û aloztirbûna milmilaniyên tayifî û berfirehtirbûna tundrewiyê li deverê dike.”

 Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY herwiha destnîşan kir, ew agahdarê rewşa aborî û erkê giran ê şerê li dijî DAIŞê yên li ser milên Kurdistanê ne û ji ber wê jî bi pêwîst da zanîn, ku civaka navdewletî jibilî alîkariyên mirovî, di warê aborî de jî alîkariya Kurdistanê û Iraqê bidin daku bikarin bi ser arîşeyên xwe de serbikevin.

 Di beşeke din a daxuyaniya Serokatiya herêma Kurdistanê de tê gotin: Di civînê de Barzanî ji Jan Kubis û şandeya NY re behsa plan û proseya rizgarkirina Şingalê kir û ew serkevtin jî bi serkevtinek mezin ji gelê Kurdistanê re bi nav kir.

Derbarê helwest û siyaseta Herêma Kurdistanê li hember şerê li dijî terorê de û herwisa wê milmilaniya tayifî ku li herêmê heye, Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti şêweyekê beşek ji wê milmilaniyê nebûye û nabe beşek ji wê milmilaniyê jî.”

Barzanî herwiha got: “Em bi ti awayî di wan nakokiyên tayifî de li dijî ti welatekê jî nabin.”

Li gor vê daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Em rê nadin Kurdistan bibe qada safîkirina hesabên hêzên tayifî û herêmî.”

Mesûd Barzanî tekez jî kir, Herêma Kurdistanê pêşwazî li hemû cure hewl û alîkariyekê dike ku bi armanca şerkirina li dijî çekdarên DAIŞê be û spasiya wan welatan jî dike ku di şerê li dijî DAIŞê de piştevanî li Kurdistanê kirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir

Lalish Duhok

Çîroka jina 103 salî ku ji Coronayê rizgar bû

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand

Lalish Duhok