شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê goreke bi komî hat dîtin

Li Şingalê goreke bi komî hat dîtin

Cavkanî: Rûdaw

Qayimeqamê navçeya Şingal a Başûrê Kurdistanê Mehma Xelîl ragihand, goreke bi komî li Şingalê hatiye dîtin ku têde cenazeyên 40 Êzidî hene.

Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro goreke bi komî li devera Xilêlê ku bi qasî 13 km dûrî navenda bajarê Şingalê ye, hat dîtin ku termê 40 welatiyên Êzidî têde hene.”

Mehma Xelîl got, pirranya terman yên jin û zarokan in û termên çend zilaman jî têde ne.

Xelîl herwiha got: “Piştî kontrolkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge v eheya niha 20 gorênm bi komî ji sînorê Şingalê hatine dîtin.”

Di 3ê Tebax a 2015ê de çekdarên DAIŞê êrişî navçeya Şingalê û deverên Êzidî kiribûn û ew dever xistibûn bin kontrola xwe. Di wan êrişên xwe de çekdarên DAIŞê bi sedan welatiyên sivîl ên Êzidî şehîd kiribûn û bi hezaran kes jî revandin û wek dîl girtibûn, ku pirraniya wan jin, keç û zarok bûn.

Heya niha li gor amarên fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 hezra û 302 kes ji Êzidî ku di destê DAIŞê de êxsîr bûn, ji destê çekdarên wê rêxistinê hatine rizgarkirin.

Cavkanî: Rûdaw

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê destkefteke girîng a şoreşê ye û rola xwe bi başî pêk aniye

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî şehîdkirina 4 welatiyên kurd li Cindirêsê bi tundî şermezar kir

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok