شبكة لالش الاعلامية

Peyamên WhatsAppê jê naçin!

Peyamên WhatsAppê jê naçin!

Çavkanî :Rudaw

Lêkolînerên ewlehî karûbarên sepana WhatsAppê koland û gihîştin encameke sosret.

Li WhatsAppê wekî her sepana mobîl bijardeya jêbirinê heye. Bikarhêner dikarin yek bi yek an bi giştî peyamê xwe jê bibin.

Ji aliyê din ve bikarhêner dikarin li ser sepanê bi rêya hejmara telefonê axaftinên xwe yên WhatsAppê reş bikin. Lê, hat zanîn ku ew peyam jê naçin.

Lêkolînerê ewlehiyê Jonathan Zdziarski da zanîn ku dîmen û axaftinê li nava WhatsAppê bi temamî ji nayê reşkirin û di nava sepanê de dimînin.

Axaftinên WhatsAppê ji ber pirsgirika pirtûkxaneya navik û SQLiteê bi giştî reş nabe û wekî SMS.db lê dimîne.

Herwiha Jonathan Zdziarski dide zanîn ku li ber pirsgirêka WhatsAppê peyamên bikarhêneran ji bo iCloudê tê veguheztin û got, “Ew pirsgirêk ne pirsgirêkeke metirsîdar e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro bi dawî dibe

Lalish Duhok

Pertûka(Esmera Pepûk) hate îmzakirin û belavkirin

Lalish Duhok

Şêx Şamo : bingehê laliş wê pertokek akadimî li ser karasata Şingalê bi weşîne

Lalish Duhok