شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Çi welatên cîhanê li dijî serxwebuna Kurdistanê nînin

Barzanî: Çi welatên cîhanê li dijî serxwebuna Kurdistanê nînin

Çavkanî :WaarMedia

Serokê herêma Kurdistanê ragîhand; çi welatên cîhanê li dijî serxwebûna Kurdistanê nînin û eger ew piştrast nebe ku serxwebûn sernagre, ew mucazefê nake.

Piştî kombûna digel Freniswa Holland serokê Frensa, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê da got: giringtirîn xala dîdarên wî digel berpirsên Awropa, mijara serxwebûnê ye û niha jî, çi welatên cîhanê li dijî serxwebûna Kurdistanê nînin, belku têbînî li ser demê wê hene û eger ew piştrast nebe ku serxwebûn sernagre, ew mucazefê nake.

Derbarê pêvajoya aşîtîyê li Tirkîyê Barzanî got: di niha da, rewşa navxwe ya Tirkîyê bo destpêkirina pêvajoya aşîtîyê ya guncayî nîne û destpêkirina pêvajoyê pêdvî bi demekê zêdetire, Barzanî daxwaz ji alîyên rojavayê Kurdistanê jî kir, dest bi danustandinan bikin û vegerine rêkkevtinên Hewlêr û Duhokê.

Derbarê neştergerîya bo hatîye kirin, serokê herêma Kurdistanê serbarî piştrastkirina wî nûçeyî got: niha rewşa wî gelek başe û neştergerîyeka serkevtîyane bo çavê wî hatîye kirin, bi rengekî ku êdî ew pêdvî berçavkan nabe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çavdêrekî siyasî: PKK bo berjewendiyên xwe ji çiyayê Şingalê dernakeve

Lalish Duhok

Peyamek ji Serok Barzanî derbarê posta Serokomariya Iraqê de

Lalish Duhok

Ji Perlamentoya Iraqê derbarê Roja Enfalê de biryareke nû

Lalish Duhok