November 24, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

59 parlementarên Ewropî girtina kenala Zarok ya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê şermezarkirin

59 parlementarên Ewropî  girtina kenala Zarok ya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê şermezarkirin

Çavkanî :Basnews

Hikûmeta Tirkiyê di çarçoveya rewşa awarte de bi dehan kenalên telvizyon û radio daxistin, hinceta wan jî ew e ku ew kenal ser bi PKKê û Gulen ve ne. 59 parlemanterên Ewropa jî li ser vê hatindeng.

Hikûmeta Tirkiyê bi biryarekê bidehan radio û kenalên telvizyonê hatine girtin, herwiha 34 rojnamevan jî hatine girtin, tuhmeta wan jî ew e ku, ew biser Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û Gulen ve ne.

Ji kenalên ku hatine daxistin, kenala Zarok e yak u 24 seet bernameyên xwe bi zimanê Kurdî arasteyî zarokan dike, lewma di daxuyaniya wan parlementarên Ewropa behsa wê kenalê jî hatiye kirin.

Wan 59 parlementarên Ewropî di daxuyaniyekê de “Daxistina wan kenalan şermezarkir ûvê gavê li dijî azadiya axaftin û nivîsê ye û rewşa awarte hinceteke jibo binpêkirina azadiyê ye.”

Wan parlementaran amaje bi bi kenala Zarok kirin ku, take kenala zarokan e li tirkiyê bi zimanê Kurdî bernameyên xwe diweşîne, lewma hatiye xwestin ku, bi zûtirîn dem ew kenal careke din werein vekirin, rojnamevan jî vegerin ser karên xwe û qedexekirina li ser wan were rakirin.

Wan parlementaran ragehand: “Daxistina kenala Zarok binpêkirina mafê zarokan e û amaje kirine ku nabe ew rewşa awarte li ser zarokan were pêkanîn û divê bizûtirîn dem ew kenal careke din were weşandin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi