شبكة لالش الاعلامية

Merkel: Em ligel Pêşmerge lêkolînê li ser avakirina herêmek aram jibo Êzidiyan dikin

Merkel: Em ligel Pêşmerge lêkolînê li ser avakirina herêmek aram jibo Êzidiyan dikin

Çavkanî :Basnews

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ragehand ku, ew li ser pilanekê lêkolînê dikin ku herêmekî aram jibo Kurdên Êzidî avabikin, jibo vê mijarê jî divê ligel Pêşmerge gotûbêj werin kirin.

Ajansa Reuters Ragehandiye ku, Angela Merkel di kongireyê xwendevanên kirîstiyanî domokrat k user bi prtiya wê ve ne ragehandiye ku, “Di civîna heftane ya encûmena wezîrên Almanya wê pêşniyarek pêşkêşkiirye jibo avakirina herêmek aram jibo Kurdên Êzidî ku jiber DAIŞê deverên bicih hiştin û koçberbûn jibo karibin vegerin ser axa xwe.”

Angela Merkel ragehandiye ku, ew dê jibo vê mijarê şêwirmendiyê ligel Kurdên Êzidî û PÊşmergeyên Kurdistanê bike, jibo ku karibin cihekî guncaw jibo Kurdên Êzidî destnîşan bikin û ew jî karibin bi aramî bijîn.

Kesayetiyên Şingalê û berpirsên wê çendîn caran bi fermaî daxwaz ji aliyên navxweyî û navdewletî kirine ku, Şingal bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurditanê ve.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xorteki Êzidî nimreya “Baş” bi bawernama bekaloryê dibwarê koçberî û çalakiya perwerdey da bidestxist.

Lalish Duhok

Heyder Omer :qîretiya Mamend Axa!

Lalish Duhok

Civînek berfireh dinavbera Şêwirdarîya Êzidîyan – Elmanîya u Desteya bilinda bingehê Laliş-Kurdistanê hate li darxistin ..

Lalish Duhok