Hilbijartîyê Kurdistanê dê pişikdarîyê di hilbijartinên herêman li Awropayê da bikin
Waar Media
Serokê Yekîtîya futbola Kurdistanê di kombûna rêxistina Konîfa ya herêmanda li Swisra pişikdarbû, û careka din bawerî pê hate dan, weku endamê nivîsîngeha tenfîzîya Konîfayê zêdebarî serokê lijneya Asya ya rêxistinê bimîne.
Sefîn Kanebî di daxuyanîyên taybet bo saytê Yekîtîya futbola Kurdistanê ragîhand, di sala 2017ê da dû qaremanîyên Konîfayê li ser astê hilbijartîyan dê bên rêxistin, ya yekê dê ya taybet be bi hilbijartîyên herêman li Awropa, ku dê li xezîrana bê li welatê Qopris birêve biçe û hilbijartîyê Kurdistanê jî ya daxazkirîye bo pişikdarîyê divê qaremanîyê da, û ya duwê dê li ser astê hilbijartîyên keçan li welatê Romanya be, zêdetir serokê Yekîtîya futbola Kurdistanê aşkere dike, ku qaremanîya Konîfayê ya sala 2018 dê li yek ji welatên Brîtanya û Rusya û Qeter bê rêxistin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî