شبكة لالش الاعلامية

Barzanî pêşewazî li Selahedîn Behaedîn kir

Barzanî pêşewazî li Selahedîn Behaedîn kir

 BasNews

Îro pênçşemiyê 09.02.2017ê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî  pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, Mamosta Selahedîn Behaedîn  kir.

Li hevdîtinê de derheqê rewşa navçeyê bi giştî û proseya siyasî li Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de guftûgokirin û balkişandin li ser bandora eger û pêşhatên piştî têkşikandina DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê.

Di vê hevdîtinê de li ber çav girtina derfet û gefan, tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê kirin û pêngavên çareserkirina arîşe û kêmasiyên Herêma Kurdistanê nirxandin û hevdû têgihîştin û hevramaniyan ji bo tevahiya pirsan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi destpêkeke erênî zanîn ku bibê sedema başkirina rewş û debara xelkê Herêma Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê‌ Laliş stafê‌ filmê‌ (Bayê‌ Reş) mêvan diket

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fransayê yê Iraqê kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo : Piştevanî kirina gencan û rêkxstyên civakê sivîl ji armancên bingehê lalişe

Lalish Duhok