شبكة لالش الاعلامية

Deşnê Mûrad projeyên nû amade dike

Deşnê Mûrad projeyên nû amade dike

Rûdaw

Hunermenda kurd Deşnê Mûrad ragihand, ji bo paqijiya jîngeha Başûrê Kurdistanê, hin proje amade dike.

Deşnê Mûrad ji Rûdawê re ragihand: “Ez erdnîgariya Kurdistanê pir hez dikim. Hin projeyên min hene ji bo paqijiya jîngeha Herêma Kurdistanê. Herwiha vê biharê ji bo ku cih û deverên geşt û gerê werin paqijkirin, vegeriyam Kurdistanê.”

Herwiha Mûrad got: “Ez vê biharê, ne ji bo gerê, ji bo projeya berpirsyariya civakî hatim Kurdistanê. Di siberojê de xebatên me yên li ser jîngehê dê berdewam be. Li ser paqijiya siruşt û jîngeha Kurdistanê, bernamayeke televîzyonê amade dikim.

Deşnê Mûrad bi pêşkêşvaniyê dest bi karê televîzyonê kir û weke stranbêjek jiyana xwe didomîne. Deşnê weke “jîngehparêz û ajelhez” tê nasîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî pêşwazî li Mezherê Xaliqî kir

Lalish Duhok

13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dabeşkirin

Lalish Duhok

Stranên Kurdî bêyî çavkanî bo Tirkî tên wergerandin

Lalish Duhok