شبكة لالش الاعلامية

Kurê Mîrê Êzidiyan: Ti pêwendiyên me bi Heşda Şeibî re nînin

Kurê Mîrê Êzidiyan: Ti pêwendiyên me bi Heşda Şeibî re nînin

Rûdaw

Mîr Îsmet Tehsînê kurê Mîrê Êzidiyên Cîhanê ragihand, derbarê operasyona Heşda Şeibî ya li Şingalê de Mîrê Êzidiyan ti daxuyaniyek nedaye û belavkirina daxuyaniyên ne rast jî tenê ji bo reşkirina navê wî ye.

Roja 28ê Gulana 2017ê, di hinek dezgehên ragihandinê de hate gotin, ku Mîr Tehsîn Begê Mîrê Êzidiyên Cîhanê ji ber rizgarkirina gundên êzidiyan û bi taybetî jî gundê Koçoyê destxweşî li Heşda Şeibî kiriye. Herwiha hatibû îdîakirin, ku Mîrê Êzidiyan piştgirî dide wan kurdên êzidî yênd için nav Heşda Şeibî.

 Derbarê vê mijarê de Mîr Îsmet Tehsînê kurê Mîr Tehsîn Begê ji Rûdawê re ragihand: “Ew daxuyaniyên bêyî wajo û mor yên bi navê Mîr tên belavkirin, ne helwest û daxuyaniyên Mîr û ne jî yên Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî ne. Ev daxuyanî ji aliyê hinek kesan ve hatine belavkirin, ku ew kes dixwazin navê Mîr reş bikin.”

Mîr Îsmet herwiha diyar kir, ku ji destpêka êrîşa DAIŞê ve tenê kurdan alîkarî dane kurdên êzidî û ti pêwendiyên wan bi Heşda Şeibî re jî nîne.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di 101 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Bişêriyê û Axayê Eşîra Rema, Emînê Perîxanê

Lalish Duhok

‎Konfiransê nivîsîngeha( Şêxka) bi serkeftiyane bi dumahîk hat.

Lalish Duhok

Wezîra Berevaniya Almanyayê: Bi paşeroja karê hevbeş li gel Herêma Kurdistanê geşbînim

Lalish Duhok