شبكة لالش الاعلامية

2 çekdarên DAIŞê teslîmî Pêşmerge bûn

2 çekdarên DAIŞê teslîmî Pêşmerge bûn

BasNews 

Li başûrê Kerkûkê 2 çekdarên DAIŞê teslîmî hêzên Pêşmerge bûn, yek ji wan piledar bûye di nav DAIŞê de.

Jêderekî ji eniya başûrê Kerkûkê ragihand, 2 çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Uzeyriye xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.

Li gor zanyariyên wî jêderî, ku yek ji wan çekdaran xwedî pileyeke bilind bûye di nav DAIŞê de.

Tevî ku demek e çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê tevgerê dikin, lê fermandarên Pêşmerge amaje bi wê dikin ku DAIŞê di warê serbazî û darayî lawaz bûye û karînên xwe jidest dane.

Çavdêrên serbazî pêşbînî dikin ku di dema bê de hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê dê xwe radestî Pêşmerge bikin, ji ber ku ji her aliyekî ve ketine dorpêçê û ti rê ji wan re nemaye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî gazî xelkê Kurdistanê kir: Bila îradeya we bihêz be

Lalish Duhok

Li mûsilê Daişê 15 jinên Kurdên Êzîdî şewitandin

Lalish Duhok

Wezareta Pêşmerge bo Rûdawê: Di êrîşeke PKKê de 5 Pêşmerge şehîd bûn

Lalish Duhok