شبكة لالش الاعلامية

Li Pakistanê teqîna tankerê bû sedemê mirina 123 kesan!

Li Pakistanê teqîna tankerê bû sedemê mirina 123 kesan!

BasNews

Li bajarê Bahawalpur a Pakistanê tankêreke teqîya ku di encama teqînê de 123 kesan can da.

Hat ragihandin ku li eyaleta Pencapê bajarê Bahawalpurê tankêreke li ser otorêyê de gindirî û sotemenîya ku jê herikî ser rê bû sedema teqînê.

Piştî qezaya tankêrê bi dehan kesên li dorûbera tankêrê civîyabûn bi teqîna sotemenîya ku ji tankêrê herikîbû ser rê, jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Hat zanîn ku 123 kesan di vê teqînê de can da û bêhtirî 100 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya malpera Dawn Newsê agirê piştî teqînê hatiye kontrolkirin, lê 12 motorsiklet rûxîyan û 75 birîndar jî rakirin nexweşxaneyên dorûberê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Cejna Newrozê

Lalish Duhok

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê geheşte Hewlêrê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Daxwaza me ji hemû aliyan serweriya axa me biparêzin

Lalish Duhok