شبكة لالش الاعلامية

3 keçên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

3 keçên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

BasNews

Rêveberê Nivîsingeha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê ragehand ku, bi hevkariya xêrxwazan Xidir û Berekat careke din me karî 3 keçên Kurdên Êzdî ji taxa Abar a bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgarbikin û giheştin nava malbatên xwe li Dihokê.

Rêveberê Nivîsingeha rizgarkirina revandiyên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê Hisên Qaidî ji BasNewsê re ragehand ku, îro, Înê her 3 keçên Kurdên Êzdî yên ku, hatine rizgarkirin xelkê Şingalê ne û bi navê Sozan, Zehre Heyder Seîd ji xelkê Solaxê ne li qeza Şingalê û Ehlam Xêro Hecî keçeke zaroke ji xelkê Herdanê li qeza Şingalê ye, da zanîn ku, îro, her 3 bi piştevaniya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin.

Herwiha Hisên Qaidî da zanîn ku, heta niha 3060 revandiyên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û dê li ser rizgarkirina ewên mayîn jî berdewam bin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikumeta Herêma Kurdistanê lijneyekê bo vekolînê li gorên bi komên Êzidyan pêk bîne

Lalish Duhok

Serok Barzanî 8mars li jinên Kurd pîroz di ke

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok