شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – Rojane nêzîkî 50 malbat vedigerin warê xwe

ŞINGAL – Rojane nêzîkî 50 malbat vedigerin warê xwe

Şingal (Rûdaw)

 Di nav mehekê de 700 malbatên xelkê Şingalê û derdora wê, ji kampên parêzgeha Duhokê, vegeriyane navçeya xwe û daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku xizmetguzariyên av, elektrîk û tendirustiyê ji bo wan werin dabînkirin.

Tevî ku navenda navçeya Şingalê ji ber şerê DAIŞê wêran bûye û hîn xizmetguzarî têde nînin, xelkê Şingalê vedigerin cih warên xwe.

Welatiyê bi navê Kemal Hacî Murad diyar kir, ku weke gelek malbatên din, ew jî vegeriyane Şingalê û destnîşan kir, ku her roj nêzîkî 50 malbat vedigerin Şingalê û pêwistiya wan bi xizmetguzariyên av û elektrîkê heye.

Endamê Encumena Navçeya Şingalê Xwedêda Murad Hesen ji Rûdawê re ragihand, ku heta niha ji bo avakirina Şingalê ti alî pêngave cidî neavêtine û diyar kir, ku ew weke îdara Şingalê, weke qaymiqam û encumen, ji hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, ku alîkariya xelkê were kirin û pêwîstiya elektrîk û avê bêne dabînkirin, da ku xelk bêtir vegerin warê xwe.

Weke din Xwedêda Murad Hesen amaje bi yekê kir, ku rojane 50 – 60 malbat vedigerin Şingalê.

Salek û 8 meh in, ku Şingal ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo di gel qunsilê giştî yê Ferensa li Hewlêr civya

Lalish Duhok

Parlementoya Kurdistanê pîrozbahî li mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Lalish Duhok

Hejmareke koçberên Êzidî li ser sînorê Polonyayê li ber mirinê ne

Lalish Duhok