Rojavayê Kurdistanê (Rûdaw) – Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û bajarê Helebê yê Sûriyê, berî krîza Sûriyê derdora 50 hezar Kurdên Êzidî dijiyan. Lêkolerê Kurdê Êzidî, Pîr Şamo dibêje, niha hejmara Kurdên Êzidî gihîştiye kêmtir ji 25 hezar kesan.
Rêveberê Saziya Êzidiyan, Elî Îso derbarê rewşa niha ya Kurdên Êzidî yên Efrînê û binpêkariyên di derheqê wan de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî hatin kuştin û li hinek gundên wan, Êzidî tên neçarkirin ku fêrî nerîtên (urf û adet) misilmanan bibin.
Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê, bi cilûbergên xwe yên rengîn û bi duayên olî yên xwe yên bi zimanê Kurdî, rehên xwe yên resen di nava deşt û dol û çiyayên wê derê de belav kiribûn. Li mezargehan, nîşan û belgeyên kevn û resen ên Kurdên Êzidî yên herêmê hene. Li wan cihan, êzidî, misilman û krîstiyan dibûne mêvanê hev û hêviyên xwe bi jiyaneke hevbeş û aram li navçeyê bar didan.
Lê belê piştî êrişa Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wan ve rewşa Kurdên Êzidî bi temamî hat guhertin. Rêveberê Saziya Êzidiyan, Elî Îso di daxuyaniya ligel Rûdawê de binpêkariyên dijî Kurdên Êzidî aşkere dike.
Li gorî gotinên Îso, grûpên ser bi Tirkiyê ve wan Kurdên Êzidî yên ku li gundên xwe mane, neçar dikin, ku fêrî nimêj û bîr û baweriyên îslamî bin.
Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Kurdên Êzidî yên li navenda bajarê Efrînê, li bajarokê Cindirêsê û 24 gundên wê herêmê, li 3 deverên Deşta Çûmê, li devera Şikaka û Çiyayê Lêlonê nîştecih bûn.
Li gorî gotina Lêkolerê Êzidiyan, Pîr Şamo jî berî destpêka krîza Sûriyê, nêzîkî 50 hezar Kurdên Êzidî li Efrînê û Helebê hebûn, lê belê niha hejmara wan bo kêmtir ji 25 hezar kesan daketiye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
