شبكة لالش الاعلامية

Ji destê DAIŞê rizgar bû û kirasê bûkaniyê li xwe kir

Ji destê DAIŞê rizgar bû û kirasê bûkaniyê li xwe kir

Koln (Rûdaw) Keçeke Kurd a Êzidî ya bi navê Ferîda Ebas Xelef ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûbû, zewicî û jiyana hevjîniyê pêk anî. Daweta bûk û zava li bajarê Koln a Almanyayê, bi beşdarbûna gelek mêvanên Kurd û biyanî birêve çû.

Ferîda Ebas Xelef yek ji wan keçên rizgarbûyî yên destê DAIŞê ye, ku dixwaze vegere jiyaneke asayî û bibe çalakvanekî diyar ê mafên hevolên xwe. Wê navê gundê xwe “Koço” li ser destê xwe nexşandibû û di şahiyê de bi tevê zava, bi gavên giran rêyeke nû dest pê kirin, herdu dev bi ken û rûgeş bûn.

Di nav kirasê bûkaniyê jî de dilê Ferîdayê xemgîn bû lê dîsa sema kir. Dibe semaya wê li dijî celad û zulma wê dîtiye be.

Ferîda Ebas Xelef ji Rûdawê re got: “Birastî piştî ew karesata sala 2014ê bi serê me de hat, min bawer nedikir tenê rojeke min jî bi xweşî be. Malbata me nema, gelek malbatên Êzdî neman lê em dîsa hemû Êzdiyan ji xwe re wek malbat dibînin.”

Ferîda û Nezhanî di dawetê de serkêşiya gera govendê kirin.

Zava Nezhan jî got: “Ev roj rojeke xweş e di jiyana me de. Dibe me herdukan jî ev 6-7 sal in di jiyana xwe de rojeke wiha xweş neborandibe.

Şahî û dewate Ferîda û Nezhan bi înisiyatîfa ciwanekî nezewcî û çalakvanê Kurdê Êzdî yê bi navê Seîd Qasim Silêman ve hate sazkirin, ku bi dehan kesên din hevkariya gaziya wî kirin.

Çalakvan Seîd Qasim Silêman jî diyar kir: “Me li ser torên civakî ragihand, ku em dikarin hewl bidin vî tiştî bikin. Gencên Êzdiyan jî bi gaziya me hatin, ku îro ew nebana ev dawet nedihate kirin. Dîsa hinek birayên me yên Kurdên misliman jî alîkariya me kirin. Herwiha biyaniyan jî alîkarî dan. Gelek e-maîl û telefon jî ji cihên cuda hatin.”

Dawetî û mêhvanên şahiya Ferîda û Nezhan bi piranî ji ber xwe ve û bêyî vexwandin hatin dawetê.

Hemwelatiyê Kurd ê Êzdî İlyas Xidir Elî ku mêhvanê şahiyê bû, got: “Ev ne daweta du gencan, an gundekî ye lê şahiya milletekê ye. Êdî çi daweta Êzidxanê be yan ya Kurdistanê. Berê me digot olan mezintir e ji dawetê.”

Hinek ji wan kesên ewropî yên karwanê çalakiyên Ferîdayê de ew naskirine ji Swêd, Swîsre, Portugal û welatên din hatin û nexwestne wê bi tenê bihêlin.

Efserê dijî teror ê polîsê Portugal Ricardo Valladas got: “Eger ez bi xwe bêjim mirov êdî di vê cîhanê de bêzar bûne û giringiyê bi hev nadin. Lewma me biryar da beşdarî vê şahiyê bibin. Eger pêwîst be em tiştekî bêjin divê em amade bin. Gelek giring e ku mirov giringiyê bide kesên din jî. Ez bi xwe polîs im û ji bo kesên din kar dikim.”

Di dawetê de car bi tenê û car jî bi kesên ji wan hezdikirin, govenda Ferîda û Nezhanî ji bo xewnên jiyaneka pirr evîn û aram berdewam bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo: Amerîka naxwaze PKK li Şingalê bimîne

Lalish Duhok

Li seranserê Başûrê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin

Lalish Duhok

Şandekê Bingehê Laliş seredana yeketiya Afretên Kurdistanê û encûmenê bala yê xaniman û geşepêdanê kir

Lalish Duhok