شبكة لالش الاعلامية

Kazimî: Pêwîstiya Iraqê bi hêza şerker a Amerîkayê nîne

Kazimî: Pêwîstiya Iraqê bi hêza şerker a Amerîkayê nîne

BasNews– Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî aşkere kiriye pêwîstiya welatî wî bi hemahengiya emî û piştevaniyê heye ne weke hêza şerker a Amerîka.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di kongreyeke rojnemevanî de behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê kir û got:’’ Pêwîstiya me bi piştevaniya navdewletî heye. Artêşa Iraqê dikare beramber hemû êrîşên DAIŞê bisekine. Em hêzên şerker ê Amerîkayê li ser xaka xwe naxwazin.’’

Serokwezîrê Iraqê gotiye: ‘’Pêwîstiya me bi palpiştiya nawdewletî ye.  Hêza artêşa Iraqê û hêzên din ê Iraqê dikarin beramer her êrîşekî bisekinin. Pêwîstiya me bi hemahengiya emnî û piştevaniya asmanî heye.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan: Hevpeyvîna li ser nasîna kesayetî, zanîn û berhemên birayê Pir Xelat Elias BEŞ II

Lalish Duhok

7 sal di ser rizgarkirina Şingalê ji DAIŞ’ê re derbas dibin

Lalish Duhok

Runshtineke vekirî li baregayê desteya cînosaîdê li Duhokê bi rêve çow

Lalish Duhok