شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

BasNews – Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 600 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên nû yên Koronayê belav kir.

Li gorî amarên nû, di 24 demjimêrên borî de 636 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye nêzîkî 160 hezar kesan.

Wezaretê daye zanîn jî, ji duhî de 6 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 4137 kesan.

Li gorî amarên wezaretê, di şev û rojekê de 1046 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara yên ku baş bûne, gihîştiye 141 hezar û 307 kesan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lyonardo Di Kapiryo yekem xelata Oskarê bidest xist

Lalish Duhok

Encûmena Wezîran li ser çend pirsên girîng dicive

Lalish Duhok

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê tê sazkirin

Lalish Duhok