شبكة لالش الاعلامية

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em yekem dezgeh bûn ku me xizmeta xelkê Şingalê kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em yekem dezgeh bûn ku me xizmeta xelkê Şingalê kir

Hewlêr (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di nava heft salên karesata Şingalê de weke yekemîn dezgeh, xizmeta ji bo aware û xelkê Şingalê didomîne.

Roja 3yê Tebaxa 2014an, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karîbû ji esman ve bi rêya helîkopteran av û xurek û pêwîstiyên din bigihîne xelkê li ser çiyayê Şingalê, ku ji ber êrîşa DAIŞê awareyî çiyayê Şingalê bûbûn.

Piştî ku DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kir û berê xwe da Kurdistanê, êrîşî Şingalê kir û xelkê deverê ji ber êrîşan xwe spartin çiyayê Şingalê.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di 3yê Tebaxa 2014an de weke yekem dezgeh, ji esman ve bi rêya helîkopteran alîkarî gihandin çiyayê Şingalê.

Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îbrahîm Semîn ragihand: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kampanyayeke mezin ji bo alîkariya xelkê Şingalê ragihand û bilez alîkarî gihandin awareyên Şingalê û piştre dest bi çêkirina dibistan û nexweşxane û fêrgehên taybet ji bo zarok û xortan kir û derfetên kar ji bo beşek ji awareyan pêk anîn.”

Rêveberê Pêwendî û Ragihandinê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Soran Xelef diyar kir ku bi dirêjahiya heft salan piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bênavber xizmeta aware û xelkê Şingalê kir û xizmeta xwe didomîne.

Soran Xelef eşkere kir ku ji bilî alîkariyan, di nav kampan de jî çavdêriya rewşa jiyana awareyan kiriye û ji aliyê xurek, dabînkirina nefta spî, çêkirina dibistanan, binkeyên tendirustiyê, fêrgehên werzişî û bi dehan çalakiyên din ji bo awareyên Şingalê encam dane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konsula Giştî ya Brîtanyayê: Em piştevaniya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin  

Lalish Duhok

Daxwaz ji Serokê Meclisa Nûnerên Iraqê tê kirin jibo zêde kirina kotaya Êzdiyan li perlemantoyê Iraqê

Lalish Duhok

Parêzgarê Duhokê‌ û Rawêjkarê‌ Serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên êzdya rewşa êzdya gengeşe dikin

Lalish Duhok