Wezareta Tendirustiyê: 22 kesên din bi Koronayê mirine
BasNews– Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1253 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1253 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 324 kes li Hewlêrê, 417 kes li Silêmaniyê, 362 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 57 kes li Germiyanê û 38 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1547 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 800 kes li Hewlêrê, 396 kes li Silêmaniyê, 223 kes li Duhokê, 42 kes li Helebceyê, 55 kes li Germiyanê û 31 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 315555
Mirin: 5663
Başbûn: 280895
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî