شبكة لالش الاعلامية

Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman hat ragihandin

Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman hat ragihandin

Hewlêr (K24) – Li Bexdayê bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kutleyên Sedir û Siyade, “Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman” hat ragihandin.

Serokê Kutleya Sedir Hesen El Ezarî di civîneke çapemeniyê de ragihand; Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, Rêber Ehmed weke namzedê postê serokomariyê û Cehfer Mihemed Baqir El Sedir weke namzedê postê serokwezîriyê dinasîne.

Biryar e roja şemiya bê, rûniştina parlamenteran ji bo hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê birêve biçe.

Rêber Ehmed piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xist û piraniya kursiyên parlamentoyê di destê vê hevpeymaniyê de ye.

Piştî ku serokomar were hilbijartin, li gor destûrê, serokomar namzedê kutleya piranî ku Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman e, ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê erkdar dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 832 kes bi coronayê ketin

Lalish Duhok

Cenazeyê Osman Ocalan li Pîrmamê hat veşartin

Lalish Duhok

Wezîra Entegrasyona Koçberan a Almanyayê: Biryara naskirina jenosîda Êzîdiyan gaveke dîrokî ye

Lalish Duhok