شبكة لالش الاعلامية

Eskere Boyik: Kurdistan

KURDISTAN
Welatê wêran, perҫekirî, pelҫiqandî, talankirî,
Bê nav, bê deng û bê xwedî kirî…
Bindesta bindestan…
Hêsîra gur, weṣ û tiralên rojhilata rizyayî,
Çangoriya vê biratî û bawariya dewranaye derew e, qelpe, xwekuj…
Mirov nizane ji bo ҫi, ji bo kê, bigrî, bike qîrîn…
Ji bo bindestiyê, malwêrantiyê?
Komkujî, gênosîd û enfalan?
Ji bo van QEZIYAN?..
Ji bo tifaqa kuṣtî, xweyînên bi qedir, qîmet?..
Kurda ra mafê girî jî nîne, hey KÛRDISTAN!
Bo vê qezyayê Kurd nikarin azad bigrîn jî…
Bo girî jî Kurda dikine hebsan.
Kurdistana wêran
Kengê tê bibî welatê Kurdan
KURDISTAN!
20.08.2022
00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peykerek ji bo cangorî Cîlan Berces hate danan

Lalish Duhok

WÊNE – Cejna Çarşemba Sor a Kurdên Êzidî li Lalişê

Lalish Duhok

Nûrî Malikî: Her du hikûmetên Herêm û Federal digihin çareseriyeke bingehîn  

Lalish Duhok