شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî biryarekî nû derxist

Mesrûr Barzanî biryarekî nû derxist

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazekî din a Wezîra Kar û Karûbarên Civakî pejirand û biryarekî nû derxist.

Îro 08.01.2023yê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Li gor nivîsa hejmara 8789 a roja 28.11.2022yê li ser daxwaza Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ji bo wan kesên (bê serpereşt) ku di heyama 3 salên borî de temenê wan geheştiye ser 18 saliyê bi awayekî bi peyman li ser pişka Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bên damezrandin ango tayîn kirin.’’

Hat ragehandin, mûçeyên wan jî li gor rênmayiyên darayî ya hejmara 10 a sala 2019ê dibe, bi mercê li ti saziyekî hikûmetê de ti mûçeyekî wan ê din tinebe.

Daxuyaniya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî de hat gotin, dê ev tayînane berdewam be.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berhem Salih: Me nerazîbûna xwe gihand aliyê Tirkiyê

Lalish Duhok

Jina Cihû li kampa Kurdên Êzidî navendeke çandî vekiriye

Lalish Duhok

Keça Êzîdî Nîda Reşo ji Kampa Penaberan Bo Xwendina Doktoriyê li Îtalya

Lalish Duhok