شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê Kurdistanê dixwazim

Serok Barzanî: Hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê Kurdistanê dixwazim

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî Cejna Remezanê li Misilmanên cîhanê, Iraq û Kurdistanê pîroz kir û got, “Hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim.”

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an bi hatine Cejna Remezanê peyamek belav kir û anî ziman, “Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq îro Pêncşemê ragihand ku sibe Înê roja yekem a Cejna Remezanê ye.

Serok Barzanî di peyama xwe de her wiha got, “Li vê helkefta pîroz da hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya wê dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû Misilmanan qebûl kiribê û ev cejn aramî û aştî û xêr û bereketê ji bo hemû mirovayetiyê pêk bîne.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zarok û gencên Kurdên Êzdî bi sîstemeke taybet fêrî ola Êzdiyatiyê dibin

Lalish Duhok

Di dîrokê de deh Ramanwerên Mezin

Lalish Duhok

Bingehê Çandî û Civakî ya Lalişê, tayê Bahzanî, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê pîroz dike

Lalish Duhok