شبكة لالش الاعلامية

Li mûsilê Daişê 15 jinên Kurdên Êzîdî şewitandin

Li mûsilê Daişê 15 jinên Kurdên Êzîdî şewitandin

Waar –Duhok:

Terorîstên Daişê bi heman şêwazê şewitandina frokevanê Urdinê, Meaz Kesasîbe, îro 15 jinên Kurdên Êzdî li Mûsilê şehîd kirin.

Îsmet Receb berpirsê liqa partî ya Mûsilê, bo War ragîhand: li dûv zanyarîyên taybet yên jinava Mûsilê bi wan geihiştin, Daişê di roja yekê ya remezanê da, 15 jinên Kurdên Êzîdî li Mûsilê , dinava qefesên asinî da şewitandin.

Îsmet Receb da zanîn, li Tllefrê jî Daişê 15 kes bidarvekirin, ku hewl dikirin ji Tllefrê berbi nawçeyên Zumar û Şingalê birevin.

Ji alîyekî din ve berpirsê liqa 14 ya partî da zanîn, li kargeha kibrîtê ya mîşraq li nawçeya Geyare, demê terorîstên Daişê mijûlî dirustkirina bombeyan bûn, teqînekê rûda, 15 terorîst hatine kuştin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş: Ma çend nivîskarên kurd wek Firat Cewerî di nav me de hene?

Lalish Duhok

Biruskên Serxweşîyê bo yek ji serokên civaka êzdîyên Kurdistanê Şêx Şamo I

Lalish Duhok

xembarîn û serexoşî bi wexerkirna semaheta” Mîr Tehsîn Beg”

Lalish Duhok