شبكة لالش الاعلامية

Dexîl Hemo Şingalî : Şingal

 hozanek bi navê Şingal

Dexîl Hemo Şingalî

Sibe
ez winda me
ez ne ezim
gelek bi lezim
rê dûrim
bê navûnîşanim
tu min nabînî
çend bigerî
bitirsî bilerizî
çend bipirsî
ez nînim
bigirî
ne girî
ez çi bikim
janên te herişandim
wek warê hezar salî
ji kok û binî herifandim
min çi qas tu vîyay
û çi qas mam westîyay
li kura dil da her tu may
û te ez kuştim bi derbekê
te hêlam daliqandî
li ber rehma vî zemanî
û nû tu poşmanî
û min ev jî zanî
wek min nabînî
ti mirov û însanî
wisa bi te ra rast bi dilovanî
ez çûm û çûm
ketim ber çiya û keleha
te ne da min çi qîmet û beha
loma îro bûme weha
dûrbûm bi sal û meha
bûme leylan û çûm
xelas bûm
ji ber çava winda bûm
û winda bûm
2016-5-5    ŞINGAL

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ebadî: Çend roj şûnde rizgarkirina Mûsilê dê were ragihandin

Lalish Duhok

Eskerê Boyek : profêsora zimanzaniyê, șagirta mezinekȋ Kurdzaniya cihanê Qanatȇ Kurdo, Zera Ȗsiv ҫû ser dilovanya xwe

Lalish Duhok

Barzanî: Derfetên me kêm in

Lalish Duhok