شبكة لالش الاعلامية

5 jin û 3 zarokên êzidî ji DAIŞê hatine rizgarkirin

5 jin û 3 zarokên êzidî ji DAIŞê hatine rizgarkirin

Rûdaw

Ofîsa Rizgarkirina Keç û Jinên Kurdên Êzidî eşkere kir, ku 8 jin û 3 zarokên kurdên êzidî ji destê rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin.

 

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Keç û Jinên Êzidî Husên Koro bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihand; “Me beriya niha jî ji gelê xwe re gotibû, ku emê mizgîniyên xweş rabigihînin. Îro hejmareke din ên keç û jinên me ji destê taqrîtiya DAIŞê rizgar bûn.”

 

Husên Koro da zanîn, ku 5 jin û 3 zarok bi giştî 8 kes îro hatine rizgarkirin û got; “Bi tevê van 8 kesan hejmara kesên heta roja îro hatine rizgarkirin gihiştiye 2 hezar û 936 kesan.”

 

Koro diyar kir, ku hê jî nêzîkî 3 hezar û 400 kes di bin destê DAIŞê de ne.

 

Husên Koror daxuyand, ku tevahî kesên hatine rizgarkirin ji aliyê ofîsa wan ve bi alîkariya Hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlekariya Herêma Kurdistanê ve hatine rizgarkirin û got; “Mixabin di dema derbasbûyî de hinek aliyan xwe xistine nava vê mijarê û amaje bi wê yekê dane, ku qaşo wan ev kurdên êzidî rizgarkirine. Vê yekê jî weke mijareke hizbî vedigerînin xwe. Em weke Ofîsa Rizgarkirina Keç û Jinên Êzidî van îdîayên wan red dikin.”

 

Derbarê çawaniya rizgarkirina wan kesan de jî Husên Koro got; “Ev demek e nivîsîngeha me bi hemahengiya ligel dezgehên ewlekariya parêzgeha Duhokê û Wezareta Pêşmerge, herwiha hinek kes û aliyan, kariye van kesan ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Seîd Cirdo serokê desteya Bilinda Bingehê Laliş beşdarî Li bîranîna 35 saliya Enfala Badînan de kir.

Lalish Duhok

Viyan Dexîl:Pêwîste hakimeke sivîl ji Neynewa re were dayîn

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Sinonê piştgirîya Dibistana Dhola dike

Lalish Duhok