شبكة لالش الاعلامية

Serokê Ermenistanê cejna Newrozê li kurdan pîroz kir

Serokê Ermenistanê cejna Newrozê li kurdan pîroz kir

BasNews

Serokê Ermenistanê Serj Sarkisyan, cejna Newrozê li kurdan pîroz kir û got: “Em bi gelê kurd re di nava hevkariyê de ne.”

li gorî nûçeya Sputinkê, Serokê Ermenistanê Serj Sarkisyan, bi helkefta Newrozê peyamak belav kir. Sarkisyan di peyama Newrozê de diyar kir ku ew bi gelê kurd re di nava hevkariyê de ne. Herwiha diyar got: “Welatiyên ermenî, xwe şirîkê kêfa Newrozê ya birayên xwe yên kurd bibînin.”

Sarkisyan di dewama peyama xwe de wiha pê de çû: “Nûnerên rêzdar yên gelê kurd ên li Ermenistanê, ez Newroza we ji dil û can pîroz dikim. Ev cejna biharê dilê me xweş kir. Ez cejna we pîroz dikim. Herwiha ez bo we hêviya moral û motîvasyoneke bilind dikim. Demsala nû ya biharê bila ji we re kêfxweşiyê bîne û dostaniya me ya ku bi sedan salan e berdewam dike, zêde bike. Newroza we pîroz be.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî gazî PKKê kir: Şer ji Herêma Kurdistanê dûr bixe!

Lalish Duhok

Amerîkayê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Lalish Duhok

Bexdayê bi Barzanî re planên şerê Mûsilê gotûbêj kir

Lalish Duhok