شبكة لالش الاعلامية

Fûad Husên: Me bi eşkere ji Trump re got

Fûad Husên: Me bi eşkere ji Trump re got

Rûdaw

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên diyar kir, ku di civîna şanda Iraqê ya ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump de zêdetir li ser mijarên leşkerî û Iraqa piştî DAIŞê hate gotûbêjkirin.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, ku di şanda Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya li Amerîkayê de nûnertiya Herêma Kurdistanê dike, ji Rûdawê re got; “Civîna di navbera şanda Iraq û Serokê Amerîkayê Trump de gelek giring bû. Şanda Iraqê bi eşkere axaftin û nêrînên xwe ji Trump re gotin.”

 

Fûad Husên diyar kir, ku şanda herdu aliyan a di civînê de berfereh bûye û ragihand; “Trump tekez kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de dê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Iraqê berdewam be.”

 

Husên diyar kir, ku Trump daxwaz kiriye, ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û herwiha hêviya xwe ya derbarê pêşveçûna pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî aniye ziman.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand, ku wî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson jî axiviye û Tîllerson pirsa piştî rizgarkirina Mûsilê rewş Iraqê kiriye. Herwiha amaje bi giringiya Herêma Kurdistanê jî kiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hisên qaydî: Nêçîrvan Barzanî biriyar daye heta ku yek Êzidî di destê Da’iş de maye wê rizgar bikin

Lalish Duhok

Bîlonçoya şerê Xûrmatû – 18 mirî, bi dehan birîndar

Lalish Duhok

Şêx Şemo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok